Welatparez.com 

 

Dewleta tirk cenosida çanda gelê Kurd dike

Heyeta Hevbendiya Demuqratika Kurdên Bakur li Konseya Ewropa da diyarkirin ku Dewleta tirk cenisida çandi li dijê gelê Kurd dike û sucek mezin li dijê mirovîtiyê dike.

Nunerê Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur Dr. Musa KAVAL Roja pêþemî 23.06.2005 li Meclisa Konseya ewropa li Strasbourgê hejmarek hevdîtinan digel nunerên Mecilisa Konseya ewropa û burokratan kirin. Hevdîtin, bi tayebetî di gel nuner û rêvebrên Komisyuna þopandinê hatin kirin. Ev komisyun Dewletên endamên Konseya ewropa kontirol dike ka ew rumeta biryar û destora wê dikin yan wan binpê dikin. Herwesan hevdîtin di gel nuner û burokratên Komlisyuna çandê jî hatin kirin.

Nunerê Hevbendiyê bal kishand ser rewsha dawî ya gelê Kurd li Tirrkiye û berdewamkirina siyaseta înkarê ya ji layê Komara tirk ve tê meþandin.

Ji berpirsayrên Komisyuna þopandinê hete xwastin ku Konseya ewrpa kontrolê li ser Tirkiye, di derbarê mafên gelê kurd de û di derbarê mafên mirovan de, n! e rawestine.

Herwesa nunerê Hevbendiyê xwast ku di demên were de, heyetek ji Konseya Ewropa biçe Kurdistanê û lêkolînên berfireh li ser rewþa mafên siyasî, çandî , îdarî û aborî ya gelê kurd bike.

Dr.Musa Kaval diyar kir ku reformên li Tirkiye hatin kirin hem qelsin, hem jî na êne bikar anîn. Ew reform bersifa demuqrasiyê nadin û rumeta mafên gelê kurd nagirin. Di vî derbarî de Dewleta Tirk qanun û biryarên Konseya Ewropa binpedike.

Ji aliyek din ve Nunerê hevbendiyê di van hevdîtinan de bal kiþande ser tehlîkeya ku li ser çanda gelê kurd heye û diyar kir ku Dewleta Tirk tunekirina çand û zimanê kurd ji bo xwe kiriye armencek siyasî a serek. Îro çanda kurd li Tirkiye ku parçeyek ji mirasî mirovîtiyê ber bi nemanê ve diçe. Qedexekirina perwerde û çapemenîyek serbes ne xwasime radyo û televisyun, bi zimanê kurdî dibe sedemê wundakirina nasnameya gelê kurd û çanda wî ya hizaran salîn. Ji ber vê yekî dewleta Tirk bi vê siyaseta xwe cenosîda çan! dî li dijê gelê kurd dike û sucek mezin li dijê mirovîtiyê dik! e. Pêwis te ku di vî derbarî de, di demek nêzuk de pêngavên giring bên avêtin û tedbîrên pêwist bêne wergirtin da ku Deweta tirk dest ji vê siyaseta xwe ya dij kurd berde û ev cenoside bête rawestandin.

Heyeta Hevbendiya Demuqratika Kurdên Bakur

2005-06-28

http://www.welatparez.com


Bu yazi hakkinda gorusunuzu belirtmek icin tiklayiniz
Konuyu tartismak icin tiklayiniz

"Bu millet (Turk) koyunun gen yapisina en yakin millet!"


Yezdan HAT

Dersén Kurdî 13

Bu dersimiz de Isaret zamirlerini anlatacagiz.Bir nesneyi yada kisiyi gösterirken yada ona isaret ederken,isaret edilen nesne veya sahsin yakinda mi,uzakta mi,disi mi yoksa eril mi oldugunu bize ima eden sözcüklere ihtiyac duyulur her dilde.Tabi ismin yerine de kullanildigi için yine bunlara (Cînav) deriz ama görevleri itibariyle isaret zamiri deniliyor.

Dersén Kurdî - hemu

International News

2008-11-13

2008-11-11

2008-11-10

2008-11-09

2008-11-08

2008-11-07

2008-11-06

2008-11-05

Valid XHTML 1.0 Strict


Fatal error: Call to undefined function: tableheader() in /home/w/welatpar/www/articles/includes/page_bottom.php on line 32