Welatparez.com 

 
M.Þerîf MÜÞTAK

Serokatî ji bo Kurd û Kurdistan sed car li te pirozbê û bimbarik bê

Birêz kak Mesud BARZANÎ serokê Dewleta Federe Kurdistanê ez bi rewþa hewe gelek keyfxweþ û dilgeþim. Îro ji bo mi roja Newrozê a bi seketî ye. Ev roj fermîye, bila bi dilê hemû Kurda bê, ko hûn îro serokê Kurd û Kurdistanîn. Kurdê îro bi vê rewþa hewe a Kurdewar û Kurdistanî þa nebibê, ewî ne zanîyê bi kifletê xweyê malbatê jî þa bibê. Bila dilê xwe xweþkin, ti ji bo gelê Kurd moralekê baþî. Te þoreþ, þoreþgerî û serokatî ji jêr ber bi jor hilda, gelê Kurdistan rû sipîkir, rêça Kurdistanî-Kurdewarî bi Ala rengîn pêça. Li te Pîroz, pîroz bê.

Serokatîya Dewleta federe a herêma Kurdistan li te, li hemû gelê Kurdistanê pîroz û sed car bimbarik bê. Bi rêça BARZANÎ yê nemir sedsala 21 yekan ji bo gelê Kurd-Kurdistanê bû gava azadî û serxwebûnê. Ez hêvîdarim ko tevayê Kurdistanê bi kevê ber xizîka pergal kirinê. Biryara Perlemana herêma Kurdistan, dil nexwazên gelê Kurd ser nizim kir, gavên birayetî û Kurdistanî ji bo herçar perçên Kurdistan rûpelek ! nû da vekirin. Gelê Kurd ji te bi hêvî ye ko hûn ji bo berjewendîyên gelê Kurd Ala Kurdewarî-Kurdistanî ji jor nahêlin ko dakevê jêr. Her gaveka hewe þopandina 40-50 milyon Kurd e. Lingê erdê negirin, gav avêtin valaye. Hewe bê westan û bê rawestandin dîrokên sala bi serfirazî anî vê roja serketinê. Bila bi karanîna demokrasîyê jî di nav Kurd-Kurdistan de bibê asarên hewe û civak pê xwirt bibê.

Hêvîyên mi serketina heweye. Ez bi hemû tecrûbe û serborîyên xwe ve ji bo xizmeta gelê Kurd di bin serokatîya hewe de karên bên ser mile mi ez amade me.

KURDINO EW CINETA HÛN NEÇINÊ EZ JÎ NAXWAZIM HERIMÊ

Þêx Mihemed Me`þûq Xeznewî çû ser rehmetê, sed rehmet li te û hemû kesên ko weke te di vê rêya kurdmancîyê de kûdandi bê. Ji bo Þêxê hêja bûyereka di nava dîrokê de mayî lê di jîyana tevgera gelê Kurd de, ko her wextê li ber çav, di ber çav re derbas di bê de, ezê ji pênûsa bapîrê xwe Mîr Celadet Alî Bedir-Xan ko di HAWAR hejmar 11/10 Çirîyapaþê 1932 de hatî we! þandin, ji bo xatirê Þêxê Kurd Þêxê hêja mînak bigirim û ezê î! ro pênûs a xwe ji bo wî bi dilê xweyê birîndar layîqgirtina wî bi xebitînim.

Þêxê delal ez girtî dibin çavdebûm, ko ez derketim ji bo bersiv ez li pênûsa xwe xebitîm. Te weke gelek þêxên Kurd da eþkere kirin ko dîn, dîyanet girêdayî ye bi azadî û serxwebûnê ve. Azadî û serxwebûn sicada dîn û dîyaneta mihowe. Xwezî ji wî kesî re, ewê weke te dîn û dîyaneta xwe naskirî ko xebata te ji bo xwe bikê rêbaz. Sofîyên wî sofîyên þoreþê bin, xizmetkar qomîtên rêxistinan bin. Bi ol, xebat, tedbîr, feyda tevgera gelê xweve bin, jêre bi rêz û rêzdar bin.

Belê þêxê hêja ez ji tere rehmet bi xwazin, ne xwazin rehmet bi xwe li te di barê, te xwe li rehmeta xûda da pêçan, kêla te di goristanêde jî ji hemû kêlan bilindtir bû. Tîrêjên Alarengîn ko kesk, sor, zer û li ser cehwer ji erþên ezmana niqûtandin ser. Kesên ko dest dirêjî te kirin ew bi tîr û agirê xwûda bêne sotan.

Pênûsa Dr. Mîr Celdet Alî Bedir-xan di bûyera berî 73 sala de ko dîsa þêxê Kurd Þêx Abdurrehmanê Gari! sî bi plan ko bi destê kûrmê ketî nav darê de hatî bû kûþtin, halo neqiþandi bû;

„Þîn … þîn … þîn … her der reþ ne ma heþîn, dil bi kul, can bi keser, çav bi girîn. Bangdan a Þêx Evdirehmanê Garisî nema, hati bû xêrê, çû rehmetê… Herê Þêx Ebdirehmanê Garisî, ruhnîya çavên Onrdistanê, germîya dilên Kurdên qenc, bi du berikên bêbext, dest ji me kiþand û çû. Bû þehîdê dîn û milletê xwe. Herê bi bêbextî hate kuþtin. Ji xwe wekîdin kuþtina wî nîn bû. Bi mêranî ne dihate kuþtin. Li pey wî gelek gereha bûn……Erê ji kuþtina wî re an bêbextî an berikekî xêlkî divîya bû. An ne wek mirovekî adetî di nav nivîna xwe de dê bimirîyaya. Mirina di nav cihan, ne mirina wî bû. Heyfa xwedê jî jêre dihat, pê qaîl ne dibû ko ew mêrê bi her tiþtê xwe bi dîn, bi zanîn,……..Evdirehman ne stelih bû……

Mela û seyda bû. Islamîyet weke xwe nas dikir û dida nas kirin. Jê ne mûwek kêm dikir, ne jî wek melayên din, ji bona veþartina nezanîyên xwe û þêlandina xelkî, lê zêde dikir. Herçend mirovê ! xiretê bû, ew çend jî mirovê dinyayê, mirovê nûwînî û pêþveket! inê bû. Nav li xelkê dida ko bi xwînin, her tiþtî hîn bibin. Piranîya feqehên wî bi herfên latînî jî dizanî bûn……………….”

Belê þêxê hêja mi çend car axiftin û hevpeyvînên te xwendin. Weke Þêx Ebdurehmanê Garisî te dîn û dîyaneta xwe ji hev qût ne didî. Azadî û serxwebûn te sicada dîn û dîyaneta xwe nasdikir. Weke Dr. Mîr Celadet Alî Bedir-xan ko ji bo Þêxê dîrokê Þêx Ebdurehmanê Garisî re gotî, ez bi þîrovekirina wî, ji bo te jî dibêjim gûnehê xwûda bi te dihat ko ti di nav nivîna xwe de bê deng bimrayî. Bê ka ti di jîyanê de çiqas bi bibûyî tirsa dilê zalim û zordarên dagirkerên Kurd û Kurdistan, te di barkirina jîyanê de jî xwe hiþte tirsa dilê wan zaliman. Ji mûwên riha te bi gelek gelek bêhtir Kurd û Kurdistanî li te bi xwedî ne.

Þêx Mihemed Me`þûq te rêya dîn û dîyaneta xwe, di rêya neteweya xwe re baþ naskiri bû. Te dîn û dîyanet bi rastî û bê kêmasî dida nasîn. Operasyonên piþtî serî hildana baþûrê rojhilatê Kurdistan, te li pêþya dadgeha Þamê, ko xortên þore! þê di dadgehê de dihatin darezandin de goti bû“ Kurdno ew cineta ko hûn neçinê ejî naxwazim herimê, cinet bi Kurda re xweþe“ Ez jî dibêjim bila oldarên Kurd li berxwe bidin, de karibin ew jî bêne cineta ko ti, Þêx Ebdurehmanê Garisî, Þêx Seîdê Pîran, Þêx Riza… têdebin

Bila olnasên Kurd, li Þêxê delal Þêx Mihemed Meþûq Xeznewî bi xwedî derkevin, rêbaza wî xwirt bikin. Azadî û serxwebûn sicada dîn û dîyanetê ye. Ji holê rakirina Þêxê delal nîþana ko ol û dîyaneta gelê Kurd û Kurdistan jî dibin dagirkerîyêde ye. Serxwebûn û azadîya gelê Kurd, azadî û serxwebûna ola gelê Kurd û Kurdistane jî. Ez ne oldarim lê ko miho li ola xwe bi xweyî derkevê, divê xebata ji bo serxwebûn û azadîya Kurd û Kurdistan rêça miho bê. Sernivzî, serþorî a dagirkeran û rejîma qatil a dewleta surî ye 13.06.2005

Serif.muestak@gmx.de

2005-06-13

http://www.welatparez.com


Bu yazi hakkinda gorusunuzu belirtmek icin tiklayiniz
Konuyu tartismak icin tiklayiniz

"Bu millet (Turk) koyunun gen yapisina en yakin millet!"


Yezdan HAT

Dersén Kurdî 13

Bu dersimiz de Isaret zamirlerini anlatacagiz.Bir nesneyi yada kisiyi gösterirken yada ona isaret ederken,isaret edilen nesne veya sahsin yakinda mi,uzakta mi,disi mi yoksa eril mi oldugunu bize ima eden sözcüklere ihtiyac duyulur her dilde.Tabi ismin yerine de kullanildigi için yine bunlara (Cînav) deriz ama görevleri itibariyle isaret zamiri deniliyor.

Dersén Kurdî - hemu

International News

2008-11-13

2008-11-11

2008-11-10

2008-11-09

2008-11-08

2008-11-07

2008-11-06

2008-11-05

Valid XHTML 1.0 Strict


Fatal error: Call to undefined function: tableheader() in /home/w/welatpar/www/articles/includes/page_bottom.php on line 32