Ana menu
|
KOMKAR: Ji bo bîr û raya giþtî!
Ji bo bîr û raya giþtî!
Kurdên welatperwer.!
Dostên bizava rizgarîxwaxên Kurdistanê!
Her wekû hun jî agadarin ku di seva 21 adar ê, roja Cejina netewî Newrozê de, kesên tarî biþev avêtine ser komeleya KOMKAR ê li Îngîlterê, lokala komelê wêran kirin û mal û tiþtên wan yê bi qîmet talan kirinê.Pirtûkxaneya komelê, resmên sehîdan û ala rengîn ji hev belav kirine û kîn û dijminatîya xwe bi hovîtî nîþan danin. Balkêþe kû di roja cejina netewî da êrisî wuha têne ser saziyên kurdan.
Her usa di roja 26 adarê, heftîyek piþtî êriþa li ser Komela KOMKAR ê li ingîlterê, destên res û tarî bi hovî êris birine ser Komela KOMKAR-Swêdê û dest bi wêran kirina pirtukxanê kirin û dezgehên kar û xebatê hilweþandine û komptorên karê komelê talan kirine.
Her weku hun jî agadarin her ev destên tarî di seva 16 subatê da eriþeke bi bombeya molotof kokteyilê biribûne ser Komela KOMKAR ê li Hamburgê.
Usa xuyaye ku ev cure êrisana bi pilan tên kirinê. Li gor raye me, ev êriþana li ser demokrasî û mirovatî yê, ev êriþana li ser tevgera kurde, ev êriþana li ser yêkitîya hêzên Kurdan e, ev êriþana li ser tekosîna diplomasî û mirovhezîya kurdane, ev êriþana li ser Komelên KOMKAR ê Nîþana tirs û hovîya dagirkerên Kurdistanê ye.
Welatperwerên Kurd ! Em dizanin ku ji niha wê de jî wê êriþên cur be cur bêne ser welatperwerên kurd. Her wextên ku xebata Kurdan geþ dibe û pêþ dikeve, hêzên tarî û nexêrxwazên kurdan dest bi dest bi ajevegerî û provaksiyon dikin.
Loma jî divê, welatparêzên Kurd û dem û dezgehên Kurdan li hember provakasyonan hiþyarbin û ji hev û din re bibin piþt û pal.
Em careke din jî radigihînin ku tu êriþek, nikare KOMKAR an ji ser rêka kar û tekosîna azadîya gelê me dûr bixîne û berxwedanê rawestîne. Ne teslîmyet û ne jî mecara.
Tekoþerên endamên Komeleyên KOMKAR ê li seranserî Ewrûpayê, Li hemberî van êrisana de hiþyarbin û refênxwe biþidînin, xebatên xwe hîn geþtir û gurtir bikin. Roj roja xebat û xîretê ye.
Li hember van êriþên ku li pêy hev têne ser Komeleyên KOMKARê, bêdeng nemînin.
Dê werin em bihev re, ji bo azadîya Kurdan dengê xwe li Ewrêpayê hin bilintir bikin, hêzên xwe yek bikin, ji bo doza rewa ya Kurdan yek deng û yek reng bin.
Li hember van erîþane, pistgîrîyên xwe ji bo KOMKARê nîþan bidin.
Bijî xebata welatparêzîya KOMKAR ê 27.03.05 2005-03-28 http://www.welatparez.com Bu yazi hakkinda gorusunuzu belirtmek icin tiklayiniz Konuyu tartismak icin tiklayiniz |
"Bu millet (Turk) koyunun gen yapisina en yakin millet!"Yezdan HAT Dersén Kurdî 13Bu dersimiz de Isaret zamirlerini anlatacagiz.Bir nesneyi yada kisiyi gösterirken yada ona isaret ederken,isaret edilen nesne veya sahsin yakinda mi,uzakta mi,disi mi yoksa eril mi oldugunu bize ima eden sözcüklere ihtiyac duyulur her dilde.Tabi ismin yerine de kullanildigi için yine bunlara (Cînav) deriz ama görevleri itibariyle isaret zamiri deniliyor. International News2008-11-13
2008-11-11
2008-11-10
2008-11-09
2008-11-08
2008-11-07
2008-11-06
2008-11-05 Fatal error: Call to undefined function: tableheader() in /home/w/welatpar/www/articles/includes/page_bottom.php on line 32 |