Welatparez.com 

 
M.Þerîf MÜÞTAK

Dagirker di bêjin "Emerîqan dagirke re"!

Ko li dagirkera teng dibê rûwê wa ji ber zor, zilm a kirîn û bi hevre dayîn kirin sor û reþ dibê. Lêvên wa di çilmisin, çavên wa û serê wa nizim dibin, dûvikên xwe têxin nav ranên xwe, xwe tavêjin ser çokên xwe diçin ber lingên xwirta. Weke ne ew bûn di gotin „ABD û qewetên hev- peymanan berî me nikarin tiþtekî bikin“ Tirko heroj xetên sor zêde dikirin, kûmbirê xwe sor dikir û xwe qij dikir.

DEHAP, DTH û KONGRA GEL jî di xwazin sîyaseta xwe li hemberî baþûr nerm bikin.Ez hêvîdarim ko webê, weke dagirkera heroj xwe texlît nekê, dev ji sîyaseta gemar û kûþtina Kurdên welatparêz berdê. Vêca hemû „Nêçîrvan neyarê Kewin, Kew bi xwe jî neyarê hevin.“ Dewletên herêma rojhilata navîn ê herî xwirt dagirkerên gelê Kurd û Kurdistanin, di paça zilmê re di nêrin gelê Kurd-Kurdistan û em jî neyartîya hev dikin.

Lê hevalbendên KONGRA GEL ko bi xeyala Kurdistan`eke yekbûwî, serbixwe û azad daketîn meydana ! berxwedanê. Bi hezaran þehîd, xazî, penabirî, koçberî, girtî û perîþanî ji gelê kurd çêbû.

Vêca îro çima werîs bi dest gûtla(Grup) ko Kemalîst e di nav KONGRA GEL de berdidin û bê dengî li hemberî paristina Komara qatil a Atatürk ?

Sala 1639 bi peymana Qesrê Þirîn Kurdistan di nav Osmanî û Firsê de bû di perçe. Herdû dagirker di þiban hev Kurd îdaredikirin. Vê rewþê berdewamkir heta wexta ko Bedirxan Beg Mîrê Bota li dijî Osmanîya serî hilda, sînorên xwe heya bi Tebrîzê ferehkirin, dergehê ber bajarê Tebrîz anî li ber Xwendegeha Cizîr`a Bota da, ew dergeh hêja heye. Sekehê pera çêkir, dest bi kerxane a çek çêkirinê kir, li ser gola Wanê kiþtî çêkirin, ji bo feqîrîyê weqif avakir, þelandin, pêxwasî da rakirin, xwendevan ji bo xwendinê rêkirin ewrupa, dadgeh çêkirin û hêza leþkerî da damezrandin, ferq di nav gelê Kurdistan û ola de çêne dibû. Bedirxan Beg serana Osmanîya redkir.

Lê di nav Împeretorîya Osmanî û Firsê de pêxwasî, þelandin, talankirin, dizî weke r! ewþa dagirkerên îro heroj zêdetir dibû, dê weledên xwe tavêtin! , serê i nsana bi mecîdîkî û di qemerîyên qûl bû. Mîrê Bota ji bo herdo împeretorîya bi bû tirseke mezin, tesîra xwe li ser tevayê herêmên Kurdistan dikir, gelên împeretorî a Firsê û Osmanî jî akam digirtin, dagirker bê çar mabûn, di tirsan ko peymana qesrê þirîn bi berxwedana Mîrê Bota bê rûxandin. Herdo dagirker weke rewþa îro li hev di geran û bi hev di þêwîrîn.

Dostê dagirkera yek jê qiralê Îtalya bû. Qiralê Îtalî, Emerîqan û Îngilîzan ji bo tifaq xirakirina gelê Kurdistan, mîsyoner þîyandin nav Asûrîya. Asûrî li hember Bedirxan Beg bi kar anîn, þer dan dest pêkirin. Pistî xûn rijandineke pir Asûrî teslim bûn, lê þerê Asûrîya û Bedirxan Beg bû nîqaþ, tesîra xwe da nav bine mala Bedirxan Beg. Bi gelek sebebên dî îdara Bedirxan Beg hate roxandin. Piþtî herba cîhanê a yekemîn sala 1926 dewleta Iraq hate avakirin, Kurdistan bû sê parçe.

Sala 1948 dewleta Surî ava bû. Kurdistan bû çar parçe, hejmara dagirkeran jî bû çar.Di herba cîhanê a yekemîn de gelek Kurd derbasî Ros bûn! , Stalîn gelek Kurd kûþtin, gelek jê bi alî yê rojhilat û alîyê sibirya ve sirgonkirin, bircî û perîþan man. Bi texmîn îro jî li dor 1.5-2 milyon Kurd li wa welatan dijîn û li ser Kultur, dîroka Kurdistan xwedîyê roleka bilindin. Ji Roja ko Kurdistan ji alîyê Firsê, Tirko û Ereban ve hate dagirkirin, roj bi roj rewþa gelê Kurd û Kurdistanê xirabtir di bê, ji hemû mafê xwe ê sîyasî û neteweyî tên dûrkirin. Navê herêmên Kurdistan, bajar, gûnd û mezre hatin gûhertin, ziman, navên zaroka bi kurdî qedexe bûn. Dewlemendîya ser erd û bin erdê Kurdistanê heya niha tê talankirin û ji Kurdistanê diçê metropolên dagirkeran.

Metrepol bi tevayî bûne karxane, erdên ziraî paqij bûne, rê, elektrîk, nexweþxane, dibistan, bi serketîye, bazringanî û þehristanî ketîye metropola. Hêja li sê perçên Kurdistanê jarî û perîþanî ye. Lê bi slogan, vira em û dagirker birayê hevên. Ji roja Emerîqan hatî Iraq û vir de, dagirker li hev di gerin, bi hevre peymana çêdikin, gefa dikin, terorîstan bi he! vre perwerde dikin, peymanên YN êdî nasnakin. Lê di gerin jîya! 366 sal îya dagirkerîyê xwe dirêjtir bikin. Carna hin dagirker ji bo xwe ji destê Emerîqan xilas bikin, hevdo tînin ber mezatê, di firoþin bi çerxîkî.

Wexta ko Erdoðan serok wezîrê Tirka çiwî Surî mi di nivîseka xwe de gotibû\" Beþar Esadê aqil zarok, hêja Tirko nasnakê, hesabê bavê xwe jî li nav hev xist, Tiko wê kevelê wî derxê mezatê wê wî bi firosê bi mecîdîkî di tekên qûl û çerxî`kekî\" Eve îro xwîyakir ko Tirko Beþarê aqil zarok firot. Xetay û ava þetê Firat jî bê doz hiþt û tiþtên ko îro ber bi çav Tirko di kar de di xwîyê. Tirko ji xwe re di leyîzê. Leyîstokên ko Tirko dikê nikarê xwe ji çembera zilma li ser gelê Kurd dikê xelaskê. Yek rê heye ko rojek zû ne dereng bi gelê Kurdistan re bê ser masê. Lê dagirker bi tevayî bê çare mane, sîyasetê tevlîhev dikin, çapemenîya wa exlaq û terbîya xwe windakirîye.

Balkêþe ko dagirker di bêjin „Emerîqan dagirker e.“ Ji roja qewetên Emerîqana yekbûwî û peymanan daketin nav Iraq, rê li dîktatorê Sedam girtin hilwesandin, xewnên! þev û roja li Tirko, Firsê û Ereban herîmîn e, roj bi roj rê li dagirkeran di xetimê.

Gelê Kurdistan li baþûr gavên azadî û serxwebûnê tavêjê, herêmên bindestê Ereba gelek jê azadbûne, zimanê Kurdî tê perwerdekirin, nexweþxane tên avakirin, zêndan tên hilweþandin, xizmeta rê, av û zîraî tê kirin, malbatên þehîda û kesên belengaz dibin xwedî xanî û binemal. Kurd bûne xwedîyê welatê xwe û gavên serxwebûn û azadîyê heroj zêdetir dibin. Ko gelê Kurd sîyaseteke neteweyî di hercar perca de karibê bi rêk û pêk bikê, bi pistgirîya Emerîqan Kurd di karin dewleteke serbixwe û azad jî avabikin!

Ez bi xwe dagirkerîya Emerîqan qebûl dikim, di bêjim ser çava. Ev 366 salin dagirker Kurda di kûjin, ez di xwazim siba Emerîqan bi kevê tevayê Kurdistanê.

Ma bê þermên dagirker Faris, Ereb û Tirko, heya niha gûla didin dest gelê Kurdistan ê?

2005-03-10

http://www.welatparez.com


Bu yazi hakkinda gorusunuzu belirtmek icin tiklayiniz
Konuyu tartismak icin tiklayiniz

"Bu millet (Turk) koyunun gen yapisina en yakin millet!"


Yezdan HAT

Dersén Kurdî 13

Bu dersimiz de Isaret zamirlerini anlatacagiz.Bir nesneyi yada kisiyi gösterirken yada ona isaret ederken,isaret edilen nesne veya sahsin yakinda mi,uzakta mi,disi mi yoksa eril mi oldugunu bize ima eden sözcüklere ihtiyac duyulur her dilde.Tabi ismin yerine de kullanildigi için yine bunlara (Cînav) deriz ama görevleri itibariyle isaret zamiri deniliyor.

Dersén Kurdî - hemu

International News

2008-11-13

2008-11-11

2008-11-10

2008-11-09

2008-11-08

2008-11-07

2008-11-06

2008-11-05

Valid XHTML 1.0 Strict


Fatal error: Call to undefined function: tableheader() in /home/w/welatpar/www/articles/includes/page_bottom.php on line 32