Welatparez.com 

 
Nizamettin Taþ (Botan Rojhilat)
ASTENGIYEN GELE KURD III (KONGRA GEL)

Rêvebirên Kongra Gel kî ne? Bi nav van kesên ku rêvebiriya Kongra Gel dikin ji hêla dost û neyaran ve tê nasî, bi taybetî rêxistinên istixbarata Tirk, lê mirov nikare bibêje ku gelê Kurd van kesan baþ dinase.

Tu tiþtek PKK´ê nîne ku ji hêla dewletên heremê û istixbarata Tirk ve neyê zanîn. Di serî de PKK û berdewama wî Kongra Gel di bin navê hevalbendiyê de ji dewletên wek Îran, Iraq û Siryê re bi rêkûpêk raporan birêdikin. Di têkilyên bi istixbaratên van dewletan re, navên qadroyên helbijartî daxil, hertiþt dihat pêþkêþkirin.

Gora çeng generalên Tirk, yên teqawid, di dema þerê gerilla da istixbarat girtina wan ya di derbarê PKK´e de gelek bi sînor bi ye. Lê belê piþtî ku serokê PKK´e tê girtin, rewþ diguhure. Abdullah Ocalan tu texsîrî nekiriye ku hemû zanyariyên xwe bide rayedarên dewleta Tirk. Hemû pirsên rayedarên istixbarata Tirk bersivandiye, heta bi nirxandinên xwe perspektiv daye dewletê. Serokê PKK´ê bi dilxweþê û dilgeþiyê her tiþtên ku zanibiye gotiye, heta tiþtên ku di heþê wî de nebiye, wek pêwistiyên berpirsiyariya xwe, bi raporek dawi temam kiriye û pêþkêþê rayedarên dewletê kiriye. Abdulah Ocalan, di binçav de, ne bes di derbarê PKK´de tenê, di derbarê hemû rêvebirên rêxistinê de bi rengeki fireh zanyarî daye. Endamên Konseya Serokatiyê û hinek endamên lijna (kommite) navendi ya partiyê bi berfireh hatine nirxandin; kêmasî, çewtî, rewþa wan ya ruhî (psikolojik) û hunerên wan bi rengekî balkêþ hatiye pêþwazikirin ji rayedarên dewletê re. Serokê PKK’ê bi hêrsa xwe ya ku nikaribiye lê hemberê rayedarên (sorgu ekibi) istixbaratê di berxwe bide, bê sînor êriþ û heqaretan tîne ser hemû sazî û rayedarên rêxistinê.

Nirxandinên Serokê PKK´ê, piþtî ku hate girtin, di kontrola rêxistina istixbarata Tirk re derbas dibe, dawi tê weþandin. Raporên ku Kongra Gel pêþkêþê Abdullah Ocalan dike, yekemîn car di kontrola rayedarên istixbaratê re derbas dibe, dawî digihije Ocalan. Talimat (emir) ên ku ji Ocalan tên birêkirin ji Kongra Gel re jî, ji hêla istixbaratê ve tê nirxandin, analîzên wan tên kirin û tedbîrên wan tên sandin, dawî ji Rêvebirên Kongra Gel re tên þandin.

Dewleta Tirk bi rêya vî metodê agahî digre û hemû ewlekariyên li dijê xebata Kongra Gel distîne. Rewþa Kongra Gel ne cuda ye ji dîlekî (esir) ku 24 saetên wî di bin çav da ye. Abdulah ocalan ê ku dîl ketiye destê dewleta Tirk, bi vê hawayî PKK ê ji xwe re kiriye dîl; hemû derfetên serkeftinê ji holê helaniye.

Kongra Gel ji ber rewþa Ocalanî buye dîl ê dewleta Tirk. Mimkin nîne ku PKK di bin þert û zurifên esaretiyê de misyon û fonksiyona xwe bi cih bîne. Ne Abdullah Ocalan, ne dewleta Tirk rê dide. Dewleta Tirk bi destê Ocalanî îrada PKKê desteser kiriye.

Rêxistinekî ku di çiyayan de hatiye hepskirin, irada wê ji destê wê derketiye nikare bibe mixatib ji dewleta Tirk re. PKK´a ku ji bo azadiyê bi çiyan ket, ji hêla Ocalan de hatiye dîlgirtin. PKK´yê ku di çiyan de dîl ketiye, meþrutiyeta xwe winda kiriye û gelê Kurd bê mixatib hîþtiye. Yek rê li pêþiya gerillayên ku di çiyan de îrada wî hatiye desteserkirin maye, ew jî rûmeta xwe biparêze. Gerillayên ev roj, ne ew gerilla ye ku ji bo azadiyê þer dikir, ji ber ku gerilla ev roj buye koma dîlên ku îrada wan qeydik lêketine. Li tu cihek dinê nehatiye dîtin ku dîl wek mixatib hatine girtin ku PKK di bin van þertên esaretê de bibe mixatib li dijê dewleta Tirk.

Ji ber ku Kongra Gel di bin dagiriya dewleta Tirk da ye, hem jî misyona xwe winda kiriye, dive ji dewrê derkeve. Heta ku Kongra Gel neyê derbaskirin(aþilmadan) gelê Kurd nikare bibe xwedî îrade û nunerên xwe derîne ku bibin alternatifa çareseriyê. Kongra Gel buye wek mezhebeki (sekt) ku hemû taybetiyên xwe yên guhertinê winda kirine. Yanî rêvebiriya wî buye wek þêxên ku tu rexne û þik li çalakiyên wan nayên kirin. Sêr (tilsim)a PKK´ê ji hêla Ocalan ve hatiye têkçûn û ji hêla dewleta Tirk ve jî deþifrekirin.

Tu xeterî tê de nîne ku sistema PKK were deþifrekirin û rayedarên wê werin tecritkirin. Ji ber ku serokatiya PKKê vê tiþtê li ber rayedarên dewletê bi cih haniye. Bes gelê Kurd tenê maye ku rewþa rayedar û serokê PKKê nizane. Ji ber ku gelê Kurd rewþa Kongra Gel ya dawî nizane, bi hestewarî destek û piþtgiriya xwe didomîne. Piþtgiriya ku gelê me dide Kongra Gel, pirsgirêka me çareser nake, girantir dike. Ji be ku Kongra Gel, ji bo talebên ne diyar, zarokên xwe yên leheng birê dike çiyayan û dike qurban ji bo serleþgeriya Tirkan.

Kongra Gel buye bar (yök) li pêþiya çareseriya pirsgirêka Kurd. Divê ku gelê Kurd ji vê sistema dogmatik (mezhebî) ku hunerê xwe yê çareseriyê winda kiriye rizgar bibe. Lema jî, divê rastîtiya Kongra Gel were eþkerakirin ku gelê me rastîtiya wan bibîne.

Ji ber xatirê hevaltiya berê em rexna li þexsan nakin, navên kesan nabêjin, lê belê divê ku em rewþa sistemê eþkera bikin û rolên rêvebiriya wan bînin ber çavan.

Tu nirx û mana wî nîne ku tiþtên ku dewletên dagirker zanin, em ji gelê xwe veþêrin. Berpirsiyarî ki dîrokiye ku em van hîle û lîstokan ji gelê xwe re bêjin. Bi taybetî berpirsiyariya qadro û rêvebirên ku ji pêvajoya PKK ê tên, mecbûrin van rastiya bigihijînin gelê me. Em nikarên hêvîbin ku yekê din ji me re karê me bike. Ev tiþtek exlaqî nine. Vî sistema ku buye bar li ser milên gelê me, dive were berterafkirin.

Sistema Kongra Gel oligarþik (diktatorya komek biçûk) e. Du kom hene di rêvebiriya Kongra Gel de. Yek, koma Enqerê; ku vana xwedî biryarin û koma ku ji hêla qadroyên ku ji geriila teþkil dibe ye. Ev koma dawî, karê çalakiyan dikin. Dawî jî, ji bo ku karibin rengekî sivîl bidin rêvebiriyê, çend kes ji KNKê daxilê nava xwe kirin. Ji ber temsîl (nunerî) a wan ya çînî û nêrînên wan, mirov kare rêvebiriya Kongra Gel bike du kom. Koma Enqerê û kesên ku ji hêla dewletê ve di zindanan da hatine terbiye kirin, dawî hatine berdan; ku vana mihafazakar, çepgirên dogmatik (mezhebî)in û koma dinê ku ji qadroyên pêvajoya berê, nîv feodal+burjuva ne; ku vana jî gerillayên berê û kesên ku ji KNKê hatine.

Taybetiya koma Enqerê ew e, ku sih sal e di nav a tekoþîna rizgariya Kurdistan da ne, lê ji rihê welatparêziyê dûr, þexsiyeteki þoreþgerî ya ne zelal serdest e. Taybetiyên welatparêziyê ya koma Enqerê nînin. Divê hezar þahid lazimbin ji bo ku mirov karibe ji van mirovan re bêje Kurd, welatparêz. Endamên Konseya Serokatiyê û lijna navendî hen e, ku bi hezaran xortên Baþûrê Biçûk, Rojhilat û Baþûrê mezin fêrê Tirkiya Stenbol ê kirin e, ê xwe fêrê Kurdî nekirin e. Tu elaqa Kurdî pê nîne ku mirov nasyonalist e, an jî enternasyonalist e. Ziman, pîvana herî giringiya welatparêziyê ye. Tiþtek dîrokî û trajik-komik e ku van kesan sih sale qedera gelê Kurd di destên xwe de digrin, li hemberê hemû ceza û ikazan di ber xwe didin ku bi Kurdî qise nekin. Ji ber ku mirov nikare bêj e di aqilê van a de kêmayî ku bi înat naxwazin bi Kurdi biaxifin, mirov kare bêje ev helwesta wan bi zanayi û tercih e. An ji diviya bû van a, ji þerma ba jî xwe fêrê Kurdî bikira.

Taybetiya vê komê; yek Tirk-paþê buye Ermenî- û yên din ku Kurdin, di mekanizma asimilasyona dewleta Tirk de derbas bûne. Ji hêla ruhî bêtir nêzî Tirkan in ku mirov miqayese bike li Kurda. Axaftin, xew, xeyal û fikrên wan bi Tirkî ne. Jiyan a wan ya rojane, hal û hereketên wan pir bi eþkera nîþan dide ku van a çawa asimilasiyonê pejirandin e.

Ji ber parçebûna (dejenere) sexsiyeta xwe, koma Enqerê, hestên wan nemaye ji pirsgirêka Kurd û Kurdistan ê, li parçên din. Problema koma Enqerê, ku buye sedem çima van kesa nikarin bibin çareser ji pirsa Kurdi re, vana asimile bûne, ji rastiya kurditiye dûrketine. Þer û nakokiyen ku di navbera rêxistinên Kurda de rû didan, berhemên vê komê ye. Dîsa ku Kongra Gel ketiye pey dûvê komên biçûk yên çepgir, van hevalan berpirsin ji vê buyerê. Vê komê (koma Enqerê) ku li hemberê dewleta Tirk qet çalakiyên berçav nekirine, dema ku dor dihat ser PDK, an jî YNKê, wek gayên ku sor bibînin bi hêrs êriþ û hereþe dikir.

Koma Enqerê; çepgirên Tirkan yên marjinal ku xwe di nava PKK ê de bi cih kirin e. Vê nexweþiya çepên Tirka ji hêla van hevalan de ketiye nav PKKê û buye sedem ku PKK buye rêxistinek mezhebî, terîqatî. Çawa ku dewletê van kesan (çepgirên Tirk) xadim kir û wan derveyê iktidarê hîþt, hinek hevalên me jî bi van hîle û dolaban PKKê ji armancên xwe yê siyasî dûrxistin û rêxistinê kirin partiya mirûdan. Koma Enqerê dervê peyvên kevn yê ku bersiva demê nikarin bidin, tiþtek wan nemaye. Bes peyvên ideolojik yên kevnin, ku vana jî tu ihtiram û nirx nabînin di raya giþtî de. Van kesan di destkewtiyên gelê Kurd de, ked û xebata wan nîne, lê belê sedemin ku ev roj PKK ketiye bin bandora çepên Tirk yên marjinal û dûrê stratejiya xwe ya netewî ketiye. Di parastina sistema PKKê ya anti demokratik û astengbûna li dijê hewlên ku PKK bê guhertin koma Enqerê rolekî girîng digre. Koma Enqere, ne bes dûre welatparêziyê ye, ew çavkaniyên nêrînên antî demokratik yên nava rêxistinê ne jî. Kesên ku di nava rêxistinê de metodên Stalinistî bi kar dianîn û sekter bûn dîsa ev kom bûn.

Yek tiþtek hebû ku koma Enqerê tê de serkeftî bû, ew jî, çi bixwestana karibû bikira di nava rêxistinê de. Vê koma hanê, ku di xebatên siyasî û leþgerî de qet berhem nedidan, quwet û hêza xwe dida ser perwerdekirin û bi cihkirina mirova di nava rêxistinê de, da ku çawa karibin tahakuma xwe bê sînor bikin. Qadroyên ku ji hêla wan de dihat perwerdekirin, ew jî wek wan pirxeber, tembel û ji xwe re dikir kar, ka çawa li ser keda hevalên xwe rûnin. Vê komê tu eman ne didan kesê ku bi wan re biketiya nakokiyî. Tomet û sûcen bêbinî liwan dihat kirin û dawî jî dihat tesfiyekirin. Vê komê bibû dezgeha ku mirovan xerc dike.

Rolê herî kirêt ku koma Enqerê di nav a PKKê de bi cih hanî ew jî; kuþtinên, înfazên nava rêxistinê ne. Di salên ku çûn de bi sedan qadro û þervan ji hêla vê komê de bê sebeb û guneh hatin kuþtin. Ji bo mirov karibe pêþiya van kuþtinên bê mane bigre, rêxistinê biryara kuþtinên nava rêxistinê qedexe kir. Lê belê ev kom bi metod û komployên nuh neîþtin ku ev tiþt bisekine. Gelek mirov hatin kuþstin bê ku kes berpirsiyariyê bigre ser xwe. Nasir, Gulan, Faik û bi dehan þervanên din, tevlî ku biryara rêxistinê hebû ku kuþtin qedexeye, bi hezar hîle û dolaban hatin tesfiyekirin, yanî hatin kuþtin.

Koma Enqerê; PKKê kir dîlê dogmatizma ideolojik, ku bu sedem PKK nikaribû bikeve cihê xwe di nava kada politik de bigre. Hîle+dolap, nakokiyên nava PKKê, sexsiyetên tehripkirî ku di nava rêxistinê de rû dan, berhemên ev koma ye. Dîsa ev kome ku xwest PKKê bikarbînin ji bo ku bigihijin armancên xwe yên krêt, bi berdêla ku PKKê ji dinê tecrit bikin. Bi siyaseta xwe ya çewt, di helbijartinên tifaqan de, þaþiyên girîng kirin û bûn sedem ku dijminên Kurdan zêde kirin. Herwiha, dîsa koma Enqerê ye ku PKKê hanîn rewþekî ku; herkesî dixwest pê bilîze, gor berjewendiyên xwe bi kar bîne. Kesên ku karê paratikî, çalakî dikin ku van kesan ji gerilla hatine û beþekî jî ji KNKê transfer bûne, di nav a Kongra Gel de tu giraniya wan nîne. Gerillayên ku di dema þer de çalak bûn û þer dimeþandin, mimkin nîne ku ev roj vana desthilatî bigrin û karibin xeta Kongra Gel ya ideolojik+politik tayin bikin. Ne hunerên van kesan yê ideolojik+politik têr dike, ne jî desthilatdariya wan rê dide.

Rêvebirên sivil yên ku ji pêvajoya KNKê tên, di nava Kongra Gel de rolekî wan girîng nîne. Lê belê nayê wê watê ku tu rolê wan di hîle û entrîqayê di nava Kongra Gel de nîne. Lê mixabin van hevalên ku ji KNKê hatin, hemû gemarî, qilêrî, derew, fesadî û tevlîheviyê di demekî kurt (kin), yek sa, de di nava Kongra Gel de bi cih kirin. Bi taybetî serok û cihgirê serokê Kongra Gel ji xwe re kirin kar ku medodên eþîrî; mirovan li hemberê hevdu sorkirin, derew û fesadiyan bibe tiþtek rojane di jiyana Kongra Gel de. Van herdu mirovan rolê pîrejinên ku heft gundan berahev didin bi cih anîn. Di pêvajoya amadekirina kongrê de, van mirovan hatin ber me û xwestin bi mer e li dijê koma mihefazakar helwest daînin. Lê dawî em agahdar bûn ku pêþniyar ki wisa ji wan re ji birine ku li hemberê me, jo bo ku me tesfiye bikin, xwestine, hevkarî bikin. Em nizanin ka koma mihefazakar çi j iwan re gotine, lê tiþtên ku pratîk xwiya dide kirin, mirov texmîn dike ji bo tesfiya me bi hev kirine. Lê belê mej i van mirovan re got û wan îkaz kir:” mimkine ku nakokiyên me bi van hevalan re hebin, lê tiþtên ku dervê exlaqê me be, em bi kar naînin û win jî dest ji metodê eþîrîbikþînin û rênedin ku di nava Kongra Gel de belav bibe”. Eger ku me wek van herdu mirovan helwest bigirtan dê þer dest pêkira û gelek xwîn bihatan rijîn di navbera me û Kongra Gel de.

Wan kesên ku ji KNKê hatine nav Kongra Gel baþ nayên nasîn. Lê belê em zanin ku serok û cihgirê serokê Kongra Gel ji þexsiyetek rûniþtî dûr, xwedî entriqa û dolabanin. Serok û cihgirê serokê Kongra Gel bi ti rengî wijdanê wan teng na be kul i ser nirx û degerên Tekoþîna Rizgariya Kurd rûniþtine û diserifînin. Serokê Kongra Gel, piþtî ku serokê PKKê hate girtin, ji PDKê re namekî birê dike û dibêje, ”Apo hatiye girtin, ji xwe ez jî ji malbatekî ku ji nêzî PDKê me. Alîkarî bidin min, em îþê PKKê temam bikin”. Lê PDK nayê xapandin û dibejin ku, ” kesên ku ixanetê bi hevalên xwe re bi ke, kare bi me jî bike”, bi vî hawaî pêþniyara wan red dikin. Ji qewlê serokê PKKê van mirovan xwedî wisa sexsiyetin ku divê mirov teneke bi dûv wan ve girêde û bera her çar kolanên welêt de. Vana wek qijnikên ku bi ked û destkewtiyên Tevgera rizgariya Kurd dijîn.

Nayê qebûlkirin Tevgera Rizgariya Kurd ku, bi xwîn û keda deh hezaran gerillan hatiye vê pêvajoyê, ji hêla taxima van diz derewçînan ve bê talankirin. Divê trajediya nigek zû bi dawî bê. Sedemê yekem ku em ji Kongra Gel qetiyan, ew bû ku rêvebiriya Kongra Gel ketibu nav dest û lepên van þexsên (bê þexsiyet) ku ji hemû nirx û degeran dûrbûn.

Kongra Gel bi vê rêvebiriya xwe êdî bar e li ser piþta Tevgera Rizgariya Kurd. Heta ku Kongra Gel xwedî ev helwest be, mimkin nîne ku Tevgera Rizgariya Kurd bibe çareserî. PWD; xwedî zanyariya dîroki ya ku Tevgera Rizgariya Kurd da ye; û ji xwe re kiriye armanc da ku ji van astengiyan azad bibin. Carek din em bang dikin li gelê Kurd ku piþtgirî li PWDê û rêxistinên din yên ku ji bo yekîtî hevgirtina Kurd ditekoþin, bikin.

2005-01-31

http://www.welatparez.com


Bu yazi hakkinda gorusunuzu belirtmek icin tiklayiniz
Konuyu tartismak icin tiklayiniz

"Bu millet (Turk) koyunun gen yapisina en yakin millet!"


Yezdan HAT

Dersén Kurdî 13

Bu dersimiz de Isaret zamirlerini anlatacagiz.Bir nesneyi yada kisiyi gösterirken yada ona isaret ederken,isaret edilen nesne veya sahsin yakinda mi,uzakta mi,disi mi yoksa eril mi oldugunu bize ima eden sözcüklere ihtiyac duyulur her dilde.Tabi ismin yerine de kullanildigi için yine bunlara (Cînav) deriz ama görevleri itibariyle isaret zamiri deniliyor.

Dersén Kurdî - hemu

International News

2008-11-13

2008-11-11

2008-11-10

2008-11-09

2008-11-08

2008-11-07

2008-11-06

2008-11-05

Valid XHTML 1.0 Strict


Fatal error: Call to undefined function: tableheader() in /home/w/welatpar/www/articles/includes/page_bottom.php on line 32