Welatparez.com 

 
LI KURDISTANÊ PANORAMAYA 2004 AN

Salek din jî kotayî bû. Her destpêk û dawiya salan de gelek gotinên klasîk tênekirin. Wek “Bila sala nû bo her kesî xweþî, þadî, kêyfexweþî, azadî, demokrasî, serkeftin û nizanim çi çi çi bîne….. ” an jî “Bawer dikim ku sala nû bo gelê me salake encam girtinê, ders girtinê û hwd… be”. Û mirov dibîne ku sala nû ji sala berê pirr cewaztir nîne. Divê salên ku derbas dibin ne bi gotinên wisa vala bêne þîrove kirin. Baþ helsengandina bûyerên rabirdû, destnîþankirina stratejîyek rast bo dahatuyê ewê hêsantir bike. De em sala 2004 bi avayekî “þênber” binêrin û panoramayek giþtî derxînin hole. Gelo 2004 li Kurdistanê wek hêlên siyasî, diplomasî, çandî, wêjeyî, teknolojî, muzîk, sînema, medya, tiþtên erênî-neyînî, serfeftî-neserkeftî û hwd. de çi bû çi nebû. Her wiha saleke çawa li ber me ye ka em binêrin.

2004'an de Mijarên Siyasi-Politik-Diplomasîya Kurdî

Di 2004 de gelek buyerên ku mor! a xwe xist rojevê û di kronolojîya mejûya Kurdistanê cihên xwe girtin pêk hat û hîn ji wan buyeran di medyaya Cihanê de jî dengveda. Bûyerên herî girîng li Kurdistan Azad(Baþur) de qewimîn. Di 2004 an de bûyera herî girîng li gor raya min 1ê Sibatê de li Kurdistana Federal(baþûr) bajarê Hewlêrê êriþên xwekuj birina terorîstan ser barehagê Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niþtimanî Kurdistanê bû. Di van êriþan de berpirsên bilind yên PDK-ê û YNK-ê dor 140 kesan hat kuþtin. Vê buyera cinûs berovajî armancên dijminên gelê Kurd encam da. Gelê Kurd hin behtir nêzikî hev bû. Piþtî vê buyerê li hemû Kurdistan û Cihanê xwepeþandanên sermazarkirinê û piþtgirî dayînê bo Kurdistana Baþur pêk hat. Gelê Kurd ji vê buyerê teroristî encam û dersên baþ vergirt. Bê guman dijminên gelê Kurd jî…Hin êþên buyera Hewlêrê netebitî bû ku li Kurdistana baþurê-rojava de 13-14-15-16-17-18 Adarê de êrîþên rejîma Surîye ser neteweya Kurd û di serî de Qamiþlo hemû bajarên Kurdan de pêk hatina serhild! anên gel rojeva Kurdan ser û bin kir. Balkeþ bû ku xwepêþandanê! n li Kur distana Baþur de slogana QAMIÞLO HELEBÇEYE, KURDISTAN YEK PERÇEYE derkete pêþ. Dîsa di heman rojan de li Kurdistana Rojhilat serhildanên bicuk çêbûn. Her karesat gelê Kurd hin nêzikî hev dikir wek serhildana Qamiþloyê…Lê dijminên Kurd û Kurdistan hin jî fêm nekirin ku gelê Kurd bi bombeyan, bi tehditan, bi iþkenceyan, bi çekan, bi zilman, bi provakasyonan, bi inkaran, bi þêwayên teroristî, bi qedexeyan naye têk birin. Girtina mehluq Sedam Huseyîn û Kimyevî Elî jî bo gelê Kurd 2004an de gelek girîng bû.

9 hezîranê de jî bo gelê Kurd rojek dîrokî bû, di vê rojê de piþtî ewqas inkar, zilm û berxwedanê de li Tirkîye di televizyona fermî ya a dewletê TRT de yekem car bi zimanê Kurdî weþan hat kirin. Dewleta Tirk ku 80 salê bo tunekirina vê zimanê þêrîn têdikoþe û bi her avahî inkar dike. Edî diyar bu ku li tirkîye û Kurdistana bakur de çerx nikare wek berê biþoxile. Di heman rojê de 4 parlementrê Kurd ku 10 sal di zindanê T. C de man Leyla Zana, Hatip Dicle, Salim Sadak û Orhan Dogan h! atin berdan. Piþtî ku ji zindanê derketin dilsozîya xwe bo Dewleta Tirkan vêgotin.

2004ê de Komara Demokratikxwazan() û dijminên gelê Kurd dest dan hev û performansek baþ nîþan dan. Serokê bêfêdî disa ji îmralîyê peyamên teslîm bunê û dijeyatîya deskeftên gelê Kurd kir. Û dîsa ji girseyekê gelê Kurd prîm vergirt. Hêzên din ên Kurdî ji bi lawazîyên xwe listika wan derdoran bi temamî niþanî xalkê Kurd neda. Di hilbijartinên Tirkîye de Gelê Kurd cara yekemîn polîtîkayên þaþ a PKK re bersivek tund da. DEHAP bi SHP û 3-4 partîyên marjînal a Tirkîye re îttîfaq çêkir. SHP wekî tê zanîn ku salên 90 de dijî gelê Kurd tevgerîyaye. Di vê hilbijartinê de jî SHP bi hevkarîya dewlata kur a Tirkîye û Apo mîsyona entegre kirina gelê Kurd xisti bû milê xwe. Ev blok encama hilbijartinê de ji aliyê gelê Kurd ve hat têþikandin û dengên wan bi giþtî negihiþt ji %5an û gelek þaredarîyên Kurdistana Bakur jî wenda kirin. Demên dawî de jî DEHAP noqteya herî dawî ya teslîm bunê jî eþkere kir!. Edî dev ji mafên çandî jî berdan û gelê Kurd bû ji NETEWA TIR! KÎYE. Bi vî þiklî ji pêyva KURDISTAN rizgar bûn û gelek Kurdên devbeþ jî çêpik lêxistin bo projeya nû ya MADE IN IMRALI. Leyla Zana û hevalên wî jî piþtigirîya xwe dîyar kirin û ji gotina serokên xwe derneketin. Bi projeyên ucube -wek Ozgur Yutttaþ, Civaka Ekolojîk-mekolijîk- rojeva Kurdên nezan dagirtin. -Di vê navberê de yaw gelo çiye vê meseleya EKOLOJÎK kî dizane?-Her wiha 2004an de buyeraka din ê girîng jî veqetina Osman Öcalan, Botan, Serhed û gelek komên din ji Kongra Gel û KNK bû.

Li Kurdistana Azad pêþveçuna herî girîng pejirandina qanuna bingehina demkîya Iraqê bû. Bi vê zagona bingehîn ve Kurdistana Federal bi avayekî fermî hat nasîn û zimanê Kurdî bu zimanê fermîya Iraqê. Bi vê avahî zimanê Kurdî him li Kurdistana azad him jî li Iraqê bu zimanê Fermî. Her wiha li Dewleta Federal a Kurdistanê de bo hilbijartinên Iraq û Parlemena Kurdistanê PDK û YNK bi peymana Selahhadînê birya dan ku bi listeyeke hevbeþ bikevin hilbijartinan ve biryar bo yekîtîya neteweyîya Kurdî birya! rek pirr girîng bû. Derbarê rewþa Kerkûkê de encamek net nehat bi dest xistin. Rêzdar Mesûd BARZANÎ gelekcaran tekît kir ku meseleya Kerkukê ne mijara bazarîyê ye. Mesûd BARZANÎ di serdena xwe ya Tirkîyeyê de ber rojnamevanên Tirk de jî bi eþkere Kurdistanîyatîya Kerkûkê dîyar kir. YNK jî hinek be jî helwesta xwe bi avayekî erênî guhert.

Dawiya 2004an de jî meseleya ÎLANÊ hat rojevê. Bi qasî 200 kes Kurdên rewþenbîr, nivîskar, siyasetmedar, rojnamenivîs û helbestvan ku li dervayî welat, Kurdistana Bakur û li Tirkiyeyê dijîn, ji bo ku beriya ku Tirkiye bikeve Yekîtiya Ewrûpayê, daxwaz û hêviyên gelê Kurd bi riya rojnameyên International Herald Tribune (IHT) û Le Monde li Ewrûpayê belev kir. Rayedarên tirk û medyaya Kurdî mîna ku wan daxwazên Kurdan cara yekemîn tê rojevê dijeyatiyek tund û bi rastî jî trajî-komîk nîþan dan. Lê îlan gihîþt armanca xwe û ev îlan bo gelê Kurd pêþketinekê dîplomatîk anî. Leyla Zana û hevalên xwe yên parlemen Hatîp Dîcle, Selîm Sadak û Orhan ! Dogan jî îmze avêti bûn vê îlanê lê paþê daxwiyaniyek dan çape! meniyê û gotinên xwe yên berê înkarkirin.

2004an de Çand û wêjeya Kurdî

2004 bo çanda Kurdî saleke bijundar bû. 2004 an de pêþveçuna herî girîng di tîrmehê pêk hat. Li Brîtanya Koma Govendê ya Kurdistan di “Lêca Govendên Cîhanê” bû yekemîn û Ala Kurdistan hate daliqandin. Tv’ên wekî BBC, SC4, OPOUS û gelek televîzyonên Cihanê serkeftina Kurdistanê di nûçeyên xwe de weþandin. Mihricana Çand û Hunerê 4emîn a Amedê de jî ji çar perçeyên Kurdistanê muzikvan, wêjenas, helbestvan, zimanzan û nivîskarên Kurd hatin cem hev. Her wiha li Amedê Konferansa Zimanê Kurdî jî bi beþdar bûna gelek zimanzan û nivîskarên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê hat lidarxistin. Li Amedê 2004an de enstituya zimaÊ Kurdî û qursa Kurdî jî hat vekirin. Dewleta Tirk bo gelê Kurdistana Bakur “destur” da ku Kurd bo hîn buna zimanê xwe biçin qursên bi pere. Li Kurdistana Baþur jî gelek mihrican, seminer, panel, çalakî bajarên wek Duhok, Hewlêr, Kerkuk û Silêmanî de li dor edebiayat û çanda Kurdî de pêk! hat. Li Kurdistana Bakur li bajarê Amedê kovarek wêjeyî bi navê “Kovara W” dest bi wêþenê kir. Îsal li Kurdistana Bakur kovarên wêjeyî bi navê NUZA û NUBÎN jî dest bi weþanê kir. Li Kurdistana Azad jî gelek kovarên nû dest bi weþanê kirin. Li Kurdistana Azad niha 300ê zêdetir kovar û rojname derdikeve. Bi taybetî li Kurdistana Azad û dervey welat gelek pêþengehên wênesazên Kurdî jî hat li dar xistin.

2004an de Muzîka Kurdî

Îsal gelek kasek û CD di erþiva Muzîka Kurdî de zêde bû. Destpêka 2004 an de albuma Ciwan Haco ya bi navê NA NA ku bi avayekî modern û bi þêveya Pop-rock hatibu amade kirin ket destê muzîk hezên Kurd. Her wiha Ciwan Haco li Kurdistan Bakur û Tirkîye de gelek konsert da. Hatina Ciwan Haco bo tirkîye medyaya Tirkî û Kurdî gelek cih girt. Her wiha li Kurdistan bakur albumên muzikê wekî Ebbas ehmed –Mêvana Xewnê-, Diyar –Gulê neçe-, Kawa –Taya Dila-, Hesen Þerîf –Mizgîn- (Ev album li Kurdistana Baþur jî hate belav kirin. ), Rotînda –Li te gerîyam-, ! Îbrahim Rojhilat-Bengî, Armanc-Sinem-, Ganî Nar –Bi min nekene-, ! Koma Hem dem-Ava Susê- Þahiya Stranan-2, Xêro Abbas –Axîn-, Rojhan Bêken(Rocka Kurdî) –Lawo-, Dîno –Çu-, Eyhok-Muzîka Gelêrîya Hekarîyê-(Ev album bo muzika Kurdî erþivek baþ e), VCDya konsera Ciwan Hoco, Koma Çiya –Xelî-, Cd ya Klibên Hunermendên Kurd ji Ses plakê, Cewad Merwanî, Egidê Cimo, Gulê, Aynur -Keça Kurdan-, Zahid Brifkan î-Senfonîya Azadîyê(The Kurdish Sumphony of freedom)-, Xelil Xemgin -Zend-, Zarife Zêrîn -Dilo-, Beser Þahîn –Roj-, Dilana Rengîn, Zazvaj, Feyzoyê Rizo -Salih û Nurê-, Kismet Yildiz- Ax Kurê Min-, Koma Azad -Þar-, Kazo -Salimê min-, Gûla Serhadê –Kurdish Folk Music- 5 albumên kevn a Aram Tigran –Kurdistane…-, Mehmet Sîpan -Bê zar-, û gelek kasetên din ji hunermendên herêmî li Kurdistana Bakur derket. Piranîya wan albuman li Kurdistan Bakur ji aliye þirketên muzika Kurdî wekî Kom muzik, Mir muzik, Ses plak, Aydýn Muzik, Kalan Muzik û hwd… hatine derxistin. Li Kurdistana Baþur îsal bo muzika Kurdî salek baþ bû. Li Kurdistana Azad(Baþur) albumên muzikê wekî Zekerya –Tilinaz-, Blend Sal! ah, Çopî-Çit naw binêm-, Adnan Kerim-Tavgyek le Ishq-, Serkewt-Yaran-, Roj Karîm-Nigat-, M. R Kekukî-Nalinî Dil-, Emin Galilan-Esmer-, Þiwan-Leyla-, Ajdar-Deam-, Eyup Elî –Xemeke bê kotayî-, Sadiq Tarif, Nêrgîz, Diyar Qeredaxi-Niþtimanek li gul-, Dilxoþ-Hiway Jiyan-, Hassan-Xoþewistî-, Sabrî -Brewerî- û gelek kasetên din ji hunermendên herêmî li Kurdistana Azad(Baþur) derket. Li Kurdistana Baþur herî pir ji alîyê þirketên muzika Kurdî Çar Çira Muzîk, Þevin muzik û Stran music ve album hat derxistin. Her wiha li ewrupa û gelek cihên Cihanê de jî kaset û CDên din jî derket.

2004an de Medyaya Kurdî

Medyaya Kurdî de -ku girîngîya wî bêguman bo gelê Kurd zor girînge- ber bi dawiya 2004an de pêþketinên baþ qewimî. Mizgînîya yekemîn ji ewrupa hat. Rojnameyek bi navê PEYAMA KURD ku bi sê zaravayan û 2 elfebeya Kurdî weþan dike tevlî kerwana çapamenîya Kurdî. PEYAMA KURD hin ji dema derketina xwe de gelek deng ve da. PEYAMA KURD ji niha ve bû dengê Kurdperwerî û bi qeliteya xwe j! î bala xwendavanan kiþand. PEYAMA KURD nîþan da ku bi delfetên ! kêm çawa karên mezin derdikeve holê. PEYAMA Kurd hemu bajarên Ewrupaye tê belav kirin û em hêvîdarin bigîje hemu perçeyên Kurdistanê. Navnîþana PEYAMA KURD www. peyama-kurd. com e. Dengubasek din jî ji Kurdistana Azad hat. Li Kurdistana Azad televizyonek bi navê ZAGROS TV dest bi weþanê kir. Girîngîya vê televîzonê ewe ku di demekê nêzik de ewê li ser satalaytê jî weþan bike. Wekî tê zanî Li Kurdistana Baþur televîzyonên Kurdistan TV û KURDsat TV ser satalaytê, GULAN TV, XAK TV, PERWERDE TV, TELEVÝZYONÎ GELÎ KURDÝSTAN, PUK TV, S TV, U TV, KCP TV, KTV, KERKUK TV û hin televîzyonên din jî weþanên xwe herêmî dikin. Hêvîdarin ku hemu televîzyonên li baþur ser satalaytê weþan bikin. Îsal her wiha 3 radyoyê Kurdî jî ser satalaytê dest bi weþanê kirin. Ji wana yekemîn RADYO DENGÎ GELÎ KURDISTAN(D. G. KURD) ji Slêmanî weþan dike. Duyemîn RADYO DENGÊ KURDISTANe ku ji Hewlêrê weþan dike û niha ser frekensa Kurdistan TV di eyera right de dest bi weþanê kir. Ser malpera www. kurdistan. tv jî tê guhdarî kirin. Sêyemîn ! jî NAWA KURD RADYO ye ku ew jî ji Kurdistana Baþur weþan dike. Navniþana NAWA KURD RADIO www. nawamedianetwork. com e. Li ser înternetê jî portalên Nuçeyî wek www. haberkurd. com, www. kurdistan-post. com, www. welatparez. com dest bi weþanê kirin. Her wiha li Kurdistana baþur li Hewlêrê rojnameya EMRO li Kerkukê rojnameyek bi navê PEYAMÎ KERKUK li Kurdistana Rojhilat jî rojnameya ROJHILAT cihên xwe di medyaya Kurdî de girtin.

2004an de Sînemaya Kurdî

2004 bo Sinemaya Kurdî mixabin pirr serkeftî derbas nebû. Sînemaya Kurdî hêdî hêdî radibe ser lingên xwe ji ber gelek ariþeyan îsal jî pêngava ku pêwist dike nehat avêtin. Lê ber Sînemaya Kurdî dahatuyek baþ heye. Ji ber ku li Kurdistanê bo sinema çavkanîyek mezin heye. Divê Kurd bo pêþxistina sînemeya Kurdî hewl bide. Sermayedarên Kurd jî bý Sînema û medyaya Kurdî ramedan bikin. Sinema di pêþketina civakêkê de roleke girîng dileyze. Îsal di sinemeya Kurdî filma herî girîng ji

aliyê derhenêrê binavûdeng Behman Quba! dî ve hat kiþandin. Navê filmê qubadî “BEQ JÎ DIKARIN BIFIRIN” ! e. Ev fil îm li Kurdistana Baþur bi lehçeyên Kurmanciya jor û jêr hat kiþandin. Film gelek mihricanên navneteweyîde xelatên cûrbecûr vergirt. Her wiha filmên wek JANA ZIRAV (2004), MU BIÞOPÎNE(TÜYÜ TAKÝP ET) (2004), MAMA RAÞA (2004) Celil Zangana, DU GOÞEYÊN BIRCAN (Li Amedê hatiye kiþandin) jî filmên nû yên sinemaya Kurdî ne. Ji xeynî wan hin filmên din jî li bakur û baþurê Kurdistanê hat kiþandin. Îsal li bakurê Kurdistanê ji konsepta BAVÊ TÊYAR gelek film bi formata VCD derket piyasayê. Eleqeya gel li ser wan filmên bêqelite gelek zêdeye. Geþedana Sinemaya Kurdî jî wekî her tiþtê pêþketina rewþa politika Kurdistanê re girêdayîye. Bo pêþxistina sinemeya Kurdî berî her tiþtî hewceya ku li Kurdistanê salonên sinemayê bêne vekirin. Divê Kurd ne tenê cihê xwe di sinema ya xwe de her wiha di sinemaya Cihanê de jî bigre. Ger netewa Kurd bihêz be edî Cihan jî mecbûr bimîne ku me bibîne û wekî mînak di filma “Îskenderê Mezin” de mecburin ku behsa Kurdan behsa Împaratorîya Kurdî Medan jî bikin. Bêguman e! m jî dîroka xwe divê veguhezînin perdeya spî…

2004an de Weþangerîya Kurdî-Bi giþtî rewþa Kurdî

Îsal jî gelek pirtuk tevlî pirtuxaneya Kurdî bû. Li Kurdistana Bakur îsal pirr kêm pirtukên Kurdî hat weþandin û Kurdistana Bakur de rêjeya xwendina Kurdî gelek kême. Divê wê arîþe zutirîn dem de bi hevkarîya herkesî were çareserkirin. Li Kurdistana Azad jî her çikas delfet hebin jî ev delfeta girîng nayê bi kar anîn. Li gorî welatên din hejmara pirtûkên Kurdî ku tên weþandin kême. Divê rewþenbîrên Kurd bi taybetî li Kurdistana Azad hewl bidin ku hin zêdetir pirtûk were çapkirin û xwendin. Ne buna yek elfebeya Kurdî derketina ji vê rewþa xirab hin dijwartir dike. Wekî mînak li Tirkîyeyê, her sal nêzî 30 hezar pirtûk tê çap kirin, li Elmenyayê ev hejmar digêhêje 100 hezar lê li seranserê Kurdistanê tenê nêzî 1000 pirtûk bi Kurdî têne çapkirin, dibe ku hin hindiktir jî be. 2004an de li Kurdistana Azad ango li Kurdistana Baþur bi piranî pirtukên ji zimanên cuda bo Kurdî hat! ine wergerandin derket. Her wiha gelek pirtukên lêkolînî, siyasî!, ramanî jî hat weþandin. Wêjeyî bi taybetî romanên Kurdî îsal hindik bû. Hun dikarin di edresa www. garmyan. com dehin pirtukên ku li Kurdistana Azad derketîye bibînin.

Li Kurdistana Bakur bi Kurdî û ser Kurdan bi Tirkî pirtûkên wekî Nêrînek li Diroka Kurdistan(Zekî Bozarslan-DOZ), Kürtler(Mehrdad r. Ýzady-DOZ), Kürtler ve Kürdistan(V. Minorsky, Th Bois, Mac kenzie-DOZ), G. Irak Anayasasý ve GÜNEY KÜRDÝSTAN(Riza Dinç-KOMAL), Kürdolojî Balgelerî II(Mehmet Bayrak-Weþanên OZ-GE), Serpêhatiya Rustem û Namerdîya Namerdan(Riza Çolpan-Weþanên Veng), Bir Dünya Ozaný ÞIVAN PERWER(Salihê Kevibirî-elma), Melayê Meþhur(Emîn Bozarslan-Weþanên Deng), Gemal(Xusref Caf-Weþanên AVESTA), Cegerxwîn(Davut Ozalp-Weþanên M), Mamosteyê Sêyemîn XANÎ(h. Mem-Enstituya Kurdî), Di erþivên Rus de MUSTEFA BARZANÎ (Weþanên AVESTA), GULDESTE (Weþanên Pêrî), Qedrîcan (Dilawer Zengî-Weþanên KOMAL), Kalemêr û Behr(Ernest Hemingway-Weþanên KOMAL), Tav û Leylan(Weþanên bajar), Monologên Evînên Kedîkirî(Mem Bawer-Bajar), Çikus(Moli! ere-Aram), Kewê Canê(Receb Dildar-Weþanên Gun)

Weþanxwnayên wek Avesta, Pêrî, Aram, Komal, Doz, Belkî û hwd… hin pirtukên din jî hate derxistin. Li Ewrupaye ji aliyê weþanên Apec ê ve Ansiklopedîya Zarokan bi kurdî hat derxistin. Berhemek gelek hêja ye. Divê mala her Kurdekî de hebe.

Ji weþanxaneya Evrensel rêzepirtuka ser Kurdan hat çap kirin. Heta niha 10 pirtuk ji vê rêzê derketiye û hemu bi Tirkîne. Navê hinek wan ;“Kürt Halk Türkülerinden seçmeler, Bilim Dilinde Kürtler, Dünden Bugünde Kürtler, Orta Anadolu Kürtleri ye. Li Kurdistana Bakur weþanxanya bajar vebu û navendê wî Amede. Bi giranî ser wêjeya Kurdî pirtuk çapdikin. 2004an de ji 15 zêdetir pirtuk derxistin. Ji weþanxaneya KOMAL jî îsal nêzî 10 kitêb derket. Her wiha ji weþanên Deng pirtuka anotomîya Bedana Mirovan bi Kurdî derket. Ev pirtûk yek ji du pirtukên ser anatomîye bi zimanê kurdî belav bûne. Li ser hîn buna zimanê Kurdî jî berhemek baþ bi formata CD ROM hat belav kirin. Navê CD ye “Em zimanê xwe fêr dibin” e li ge! l vê berhemê “Fîlmên Karton Bi Zimanê Kurdî” jî hat ji aliyê ! Dem prod uksyon ve hate derxistin. Îsal li Amedê gelek afiþ û reklam li ser bilboardan bi kurdî bû. Ev jî ji min nîþeyek.

2004an de Teknolojî û Înterneta Kurdî

Înternet belkî di cîhanê de herî pir feydeya gelê Kurd bû. Ger rêjeya bikaranîna înternetê nav Kurdan da zêde bibe ev sûdwergirtin jî zêde dibe. Çunke înternet cihêkî azade, erzane û sînor nasnake. Niþtimanê Kurdan buye 4 perçe lê bi saya înternetê ev sînor hinek be jî radibin. Kurd dikarin kêmasîya ku rojnamegerîya Kurdî de heye bi înternetê ji holê rakin lê heman demê de pêwîste ku eleqeya gelê Kurd jî bo bikaranîna înternetê zêde be û ji hêsanîya înternetê sûdwerbigirin. Di malperên hin dewletan de jî beþên Kurdî vebûne wekî malpera VOA. Motora lêgerîna bi navûdeng a GOOGLE û DMOZ, MUSICMOZ de jî beþên Kurdî heye. Û niha Gelê Kurd li benda Windowsa Kurdî û Linuxa Kurdî ye. 2004 an de di hêla teklolojî û cihana internetê de yekemîn pêþketin ew bu ku eksplorera(explorer) bi navê OPERA ku li cîhanê de pir tê bikaranî! n jî bi kurdî hate amade kirin û malpera fermî ya Operayê de hat weþandin. Xebatên bo Linuxa Kurdî www. linux-ku. com jî berew dawî bunê ve diçe. Her wiha îsal li Amedê ji alîyê ciwanekî Kurd ve menuya telefona nokia bo Kurdî hat wergerandin. Ji alîye malpera kurdmcse. com ve e-ferhenga Kurdî hat amade kirin. Her wiha 6-7 heb programên din jî edî bi zimanê Kurdî ne. Roja me ya îro de kompiter bo medyayê jî amurê serekeye ji ber vê yekê jî peþketina Kurdî di warê teknolojîde, bandorekî mezin jî bike ser pêþketina medyaya Kurdî û lezinek xurt bide.

2004an de Werziþ(Spor)

Kurd di sporê de ne çalakin. Sedema vê yekê jî nebuna dewleteke serbixwe ye. Eleqeya kurdan ji xeynî futbol temaþekirinê nîne. Edî futbol jî spore yan na ne dîyare!2004an de boks û judo de Kurd pêþbirkên navneteweyîde 3 xelatê yekemîn bûne girtin.

Salek bo Kurdan bi kurtasî wisa derbas bû. Di vê nivîsê de bêguman hemû buyer cih nagrin. Hêvîdarim ku sala nû ango 2005 bo gihiþt! ina me ya dewleta serbixwe a Kurdistan bibe saleke mejûyî. Pano! ramaya 2 005an de bawerim deskeftî, pêþveçûn, serketin zêde têkçûn, wendakirin, lawazî hindik be. Divê Kurd di hemû waran de xwe pêþbixîne û bi avayekî xwebawer binêre dahatûye. Çinke bo serneketina me tu sedem nîne.

Serhad B. RÊNAS

B. KURDISTANÊ-AMED serhadbrenas@yahoo. com

2005-01-08

http://www.welatparez.com


Bu yazi hakkinda gorusunuzu belirtmek icin tiklayiniz
Konuyu tartismak icin tiklayiniz

"Bu millet (Turk) koyunun gen yapisina en yakin millet!"


Yezdan HAT

Dersén Kurdî 13

Bu dersimiz de Isaret zamirlerini anlatacagiz.Bir nesneyi yada kisiyi gösterirken yada ona isaret ederken,isaret edilen nesne veya sahsin yakinda mi,uzakta mi,disi mi yoksa eril mi oldugunu bize ima eden sözcüklere ihtiyac duyulur her dilde.Tabi ismin yerine de kullanildigi için yine bunlara (Cînav) deriz ama görevleri itibariyle isaret zamiri deniliyor.

Dersén Kurdî - hemu

International News

2008-11-13

2008-11-11

2008-11-10

2008-11-09

2008-11-08

2008-11-07

2008-11-06

2008-11-05

Valid XHTML 1.0 Strict


Fatal error: Call to undefined function: tableheader() in /home/w/welatpar/www/articles/includes/page_bottom.php on line 32