Ana menu
|
Pîrozbahya sala 2005 ji aliyê îmzakerên BEYANA PARISÊ Em Îmzakerên Beyana Parisê sala nû 2005 li gelê Kurdistanî yê ezîz pîrozdikin. Ji bo gelê xwe, hem li hundur welat hem ji derve welat, bextewarî, aramî, þadî û Azadiyê hêvîdikin. Kurdistaniyên birumet, Salên werîn û bi taybetî sala 2005 ji bo paþeroja we pir giringîn : Li Bakurê Kurdistanê pêvajoyek siyasî a nû destpêdike. li 03. 10.2005, di navbera Turkiye û Yekîtiya Ewropê de, muzakere jibo Endamîtiya Turkiye destpêdikin. Ev buyerek pir girînge, lewra ew qedera siyasî ya gelê me jî girê dide. Endamîtiya Tirkiye ji bo Yekîtîya Ewropa dikare jibo Kurdan hind mafan bide qebulkirin, lê eger Kirîterên kopenhagê wek ku Dewleta tirk dixwaze bêne þirovekirin ew dikare li dijê Kurdan bête bikaranîn û bi dehan salên din kurd di bin barê înkarê bên fetisandin. (Krîterên Kopenhagê tu car pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nake , ew tenê ji bona kêm netewa dibe ku bibe bersiv!) Ji aliyek din ve, di dawiya vê mehê de hilbijartinek tarixî li Îraqê û li Baþurê Kurdistanê çêdibe. Ew jî qedera siyasî ya wî parçeyê girê dide. Herwesan jibo hemu parçeyên din jî giringiyek jîndarî heye. Bi armanca ku statuyek siyasî û federal jibo Baþûrê Kurdistanê çê nebe, komployên mezin tên kirin. Li Bakurê Kurdistanê , rewþek siyasî a aloz, bi taybetî di van salên dawî de peydabûye. Mixabin bi sedemê siyaseta þaþ, bê îstiqrar, rewþa siyasî ya gelê me li Bakurê Kurdistan her diçe aloztir dibe, û helwesta siyasî û dîplomasî a dijkurd a Tirkiye jî herdiçe xurtir dibe. Di ev sal û di salên were de , ji hemo salên borî pirtir hewcehiya Kurdan bi xetek siyasî, netewî û zelal heye. Hewcehiya Kurdan bi merkezek nû ji bo biryarên siyasî yên qedera gelê kurd girêdide heye : Merkezek yekgirtî, xurt, demoqratik, azad, serbixwe û ji derveyî kontrola siyaseta înkarker ya dewletê. pêwîstîya kurd bi helwestek aþkere, zelal, bi konsensusek netewî li ser daxwazên siyasî ji bo çareserkirina pirsa gelê Kurd heye. Bes bi vî rengî pirsa kurd dikare bi awayek adil, demoqratik bê careserkirin. Pêwiste ku gelê Kurdistan ji her dem pirtir, yekîtiya xwe ya netewî bi parêze û li doza xwe bibe xweyî. Em bangî, sazî û kesatiyên siyasî yên kurd dikin ku dest ji nakukiyên xwe yên kevnare berdin, di xetek netewî de li ser stratîjiyek hevbeþ bigehin hevudu û jibo azadiya gelê kurd pelek nû di tekoþina siyasi de vekin. Herwesan em bangî gelê kurd dikin ku jibo paþerojek azad û xweþ, xwe di hemo warên jînê de pêþvebibe : Werên siyasî, demoqrasî, aborî, çandî,tîcarî, zanistî. Bes bi vî rengî gelê kurd dê bikare berpirsyariya xwe bi cih bîne û cihê xwe yê laiq, di nav refa netewan de bigre. Bijî yekîtiya Kurdan. Biji azadî û demoqrasî. Bijî Kurd û Kurdistan. Îmzakerên Beyana Parisê 01.01.2005 2005-01-01 http://www.welatparez.com Bu yazi hakkinda gorusunuzu belirtmek icin tiklayiniz Konuyu tartismak icin tiklayiniz |
"Bu millet (Turk) koyunun gen yapisina en yakin millet!"Yezdan HAT Dersén Kurdî 13Bu dersimiz de Isaret zamirlerini anlatacagiz.Bir nesneyi yada kisiyi gösterirken yada ona isaret ederken,isaret edilen nesne veya sahsin yakinda mi,uzakta mi,disi mi yoksa eril mi oldugunu bize ima eden sözcüklere ihtiyac duyulur her dilde.Tabi ismin yerine de kullanildigi için yine bunlara (Cînav) deriz ama görevleri itibariyle isaret zamiri deniliyor. International News2008-11-13
2008-11-11
2008-11-10
2008-11-09
2008-11-08
2008-11-07
2008-11-06
2008-11-05 Fatal error: Call to undefined function: tableheader() in /home/w/welatpar/www/articles/includes/page_bottom.php on line 32 |