Welatparez.com 

 
Hêvîdar Zana
Tu Xeman Nexwe

Diyarî dikim ji bo Aysel Çurukkaya, ya ku her demê nîþana berxwedana li dijî zilmê dibînim.

Hêvîdar Zana

Ew roja çendan ji îþkencê bû nema dihate bîra wê. Ne roj didît, ne jî katjimêr hebû. Þingîniya dengê deriyan û nalenala mirovan her tiþt di nava xwe de fetisandibûn. Ji her derê bêhna xwînê dihat. Mirovahî ketibû bin lingan. Jixwe li wir xweda tune bû û mihemmed çûbû iznê. Lê bîr û baweriyê û serîhildana li dijî wê zilmê, di hundirê wê keleha zilmê de, liberxwe dida.

Kesekî dengê wan nedibihîst. Qêrînên wan li nava rûçkê dîwarên cemidî diketin û li wan vedigeriyan. Yên ku mîna þitlên darên nûhatî ketibûn wir, di roj û þevekê de qurmiçîbûn. Ew jî êdî ne mîna berê bû. Çavên wê yên zeytûnî mîna berê ne bi þewq bûn. Qefla porê wê yê mîna qetranê bi rojan þeh û sabûn nedîtibû. Xwîn û xwêdan li ser rûçkê wê tevlîhev bûbû. Lê ew hîna jî bedew bû. Bedewiya bîr û baweriyên wê di reþika çavên wê û beþiþandina li ser lêvên wê de dihat! dîtin. Hinek caran, piþtî ku zebanî ji derdora wê diçûn û ew di nava bêdengiya wê odekê de bi tena serê xwe dima, hevalê jiyana wê, hevserê wê û hevalê bîr û baweriyên wê dihate bîra wê. Ew berî salekê zewicî bûn. Ji hev hezkiribûn, dil û mêjiyê wan çav û destên wan bûbûn yek. Cihazê ku dayika wê jê re çêkiribû, di nava buxçikan de girêdayî mabû. Ew mîna bûk û zavan têra dilê xwe bi hev þa nebûbûn. Li gora wan heger welat bindest bûya, ne malbat, ne evîndar û ne jî zarok serbest dibûn. Dîsa ev yek hate bîra wê û hiþyar bû. Bi tenê dixwest bizanibe hevalê wê li kuderê ye û çi dike. Lê heger nizaniba jî ne xem bû. Wana soz û peymana liberxwedanê dabûn hev, ew li kûderê dibin bira bibin, ewê liberxwe bidin. Dibe ku di wê îþkencexanê de hinek caran dengê qêrîna wê û hevserê wê tevlîhev dibû, lê hayê wan ji hev tunebû.

Ne xema wê bû. Dijminatî bê minetî bû, û wê soz û peyman dabû ku, wê eniya bilind li hemberî wî dijminî netewîne. Zebaniyekî rojek ê ji wê re gotibû,”e! mê qebeheteke wisa bi serê te de bînin ku tu tucaran nikaribî ! endamekî li civaka xwe zêde bikî”…Wê, li hemberî van gotinan dengê xwe nedikir, lê di dilê xwe de digot,”ma ne wê her kes rojekê bimre, hema bera mirina min jî bi vî awahî be, bera cenazeyê min ji binê vê zindana tarî bi ser dayika min de here, lê ezê gotineke bi tenê jî ji vî devî dernexînim”. Wê ta wê rojê, li beramberî hewqas îþkence, navê xwe jî nepejirandibû. Her cara ku ew ne liser hiþê wê dianîn diavêtin qawîþê, hevalên wê li dora serê wê kom dibûn, serçavê wê ji xwînê pak dikirin û li hêviya wê diman heta ku wê çavên xwe yên zeytûnî vedikirin û bi serbilîndî digot,”min tiþtek negot”.

Wê rojê jî her dû hevalên wê li ber serê wê bûn, li hêviya vebûna çavên wê û gotinên wê bûn. Gelek xwîn wenda kiribû, ji taqet ketibû. Destên wê bê rih bûbûn, çermê bedena wê bi derbekê re reþ û þîn bûbû.

Piþtî demekê çav vebûn, lê gotin nehatin. Çavên wê di nava serê wê de sipî dikirin,wê mîna mirovekî ku aqil wenda kiribe, bi çavekî nenas li derdora xwe temaþe kir. Dema ku ! çavên wê ketin çavên hevalên wê, nerînên wê cemidîn û iskîniyeke bi þewat jê derket. Rondik, ji her du çavan li pey hev digindirîn. Girîyekî bêdeng, lê ji kezebê dikir. Li ser wî welatê wêran, bûkaniya xwe ya yek salîn, li ser evîna xwe û her tiþtê ku ew dikir însan digiriya. Bersiva pirsên kesî nedida. Ew di rojekê de pîr bûbû. Dema ku rahiþt mirêkê û bi çavên serê xwe dît ku porê wê yê mîna qetranê di þev û rojekê de reng avêtiye, baweriya wê bi gotinên di çîrokan de hat. Mirêk avêt di erdê de lêxist û perçe perçe kir. Ji ser çavên xwe, ji porê xwe, ji bedena xwe nefret dikir. Xwe çîp tazî dikir, diçû li ber avê disekinî û di wê zivistanê de bi seetan ava mîna qeþayê bi ser xwe de berdida û bedena xwe mist dida. Piþtre jî betaniyek diavête serxwe, xwe di goþeyekê de diqurnisand û dîsa bi wan çavên vala li valahiyê temaþe dikir. Nîv seetek derbas nedibû, di xewn û xeyalan de kûr dibû, tiþtek dihate bîra wê û careke din radibû… bedena xwe dida ber ava cemidî û bi neynûkan! dixeritand. Weke ku bixwaze þopa hinek destên pir bi gemar we! nda bike

Hevalên wê nizanîbûn çi bikin, bi mitale bûn, diqeherîn, lê bêçare bûn. Ew çûbû yeke din ketibû þûna wê. Gotin ji devê wê dernediket, xwarin nedixwar û heger ji taqet de neketa ranediket. Ji þiklê mirovan derketibû. Jixwe nedixwest li ser çavên xwe binere û her eyneya ku didît, diþikand. Piþtî du mehan rewþa wê girantir bû. Dû meh di ser bûyerê re derbas bûbûn û ew mîna jinên din nexweþ neketibû, ango xwîn nedîtibû. Ew ji niþkê ve radibû, xwe dibin guhê dîwaran de lêdixist, dilê wê hênik nedibû, îcar derdikete ser textê jorîn yê renzê û xwe diavête jêr. Ev yek rojê deh caran dûbare dikir. Dema ku hevalên wê dixwestin wê zeft bikin jî, xwe bi taqeteke nedîtî ji nava destên wan rizgar dikir û careke din dibeziya dîwaran.

Dawiya dawî, þevekê nîvê þevê ji xew rabû û kire hewar,”Hewar... hewar... min ji vê eziyetê xelas kin, werin vî pîçê dewletê ji bedena min derxînin, ewê min bikuje hevalnooo!..

Hevalên wê xwe ji nava cihan avêtin der û li ser serê! wê kom bûn. Hersiyan destên xwe li stuyê hev pêçan û rondikên xwe tevlîhev kirin. Li ser welat, li ser axê, li ser bûkaniya wê, li ser xewn û xeyalên wê, li ser mirovahiya ku ketibû wê rewþa kambax giriyan û giriyan...

Êdî ew diaxivî. Lê dîsa jî þerm dikir. Dema ku dihate bîra wê dîsa çavên wê bi kîn vedibûn û dixwest bibeze bin wê ava cemidî. Ew beden, ew bedena nazik ya ku ji hevserê wê pê ve destê yek mirovî pê ne bûbû, ew bedena ku dixwest di pêþerojê de bike hêlîna zarokên xwe li ber çavên wê reþ bûbû. Piþtî ku hatibû saxtî kirin û pê hesiya bû ku ew ne ducan e, hinekî rehet bûbû. Lê þopa wê hovîtiyê di ruhê wê de mabû. Wê nedipejirand ku zebaniyekî ew demxe li bedena wê xistibû. Wê ew beden bi tenê diyarî hevserê xwe kiribû û piþtre jî kire diyarî ji bo Kurdistanê. Lê belê di encama wê hovîtiyê de wê piþtre pê bihesiya ku ewê nikaribe bibe dayik, û wê li dawiyê ew hesreta xwe jî tevlî hesreta dîtina azadbûna welat kir. Ew bi bûkaniya xwe þa nebû, azadiya wel! atê xwe hîna nedîtiye, lê belê her çiqasî ne ji bedena wê be j! î ew nih a dayik e. Ez hêvî dikim ku ew temenekî dirêj li gel malbata xwe biborîne û ez çavên wê yên zeytûnî radimûsim.

2004-12-16

http://www.welatparez.com


Bu yazi hakkinda gorusunuzu belirtmek icin tiklayiniz
Konuyu tartismak icin tiklayiniz

"Bu millet (Turk) koyunun gen yapisina en yakin millet!"


Yezdan HAT

Dersén Kurdî 13

Bu dersimiz de Isaret zamirlerini anlatacagiz.Bir nesneyi yada kisiyi gösterirken yada ona isaret ederken,isaret edilen nesne veya sahsin yakinda mi,uzakta mi,disi mi yoksa eril mi oldugunu bize ima eden sözcüklere ihtiyac duyulur her dilde.Tabi ismin yerine de kullanildigi için yine bunlara (Cînav) deriz ama görevleri itibariyle isaret zamiri deniliyor.

Dersén Kurdî - hemu

International News

2008-11-13

2008-11-11

2008-11-10

2008-11-09

2008-11-08

2008-11-07

2008-11-06

2008-11-05

Valid XHTML 1.0 Strict


Fatal error: Call to undefined function: tableheader() in /home/w/welatpar/www/articles/includes/page_bottom.php on line 32