Ana menu
|
Hêvîdar Zana: Biborîne Hevalê Sîpan Em hevdû nasnakin, me hev nedîtiye jî, belkî te nave min bihîstibe û min jî yê te, lê ew ne girînge. Dema mirov dil û armancên xwe dike yek, dema mirov ji bo yek daxwazê têdikoþe pêwîst nake mirov hevdû bibîne. Dema ku berî dû rojan min nûçeya revandina te xwend, ez ketim nava keftelefteke mezin. Min rêkxistina xwe ya berê baþ nas dikir û min dizanîbû ku kurd tev bibin yek û li dijî vê hovîtiyê derkevin jî ewê qîmetê qirûþekî nedin nerazîbûna wan. Min xwest vê carê ez serî li saziyên navnetewî bidim û bihêlim ku ew li dijî van êrîþên nemirovane derkevin. Min xwe bi riya mail an gihande navenda Amnesty Internacional ya London û min di derbarê revandina te de ew agahdar kirin. Berpirsyarê navenda Londonê birêz J. Logan dest bi hewldanan kir, lê dema ku dijberên mirov çeteyên xwefiroþ bin dest û lingên saziyên navnetewî jî têne girêdan û ew n! ema dizanin ka serî li kê an jî kuderê bidin. Her wiha ji ber ku tu hemwelatiyê Kanada bû, hinek hevalan balyozxaneya Kanada agahdar kirin û ji wan xwestin ku ew tiþtekî bikin. Me nizanîbû ka em wekî din çi bikin. Ez bixwe mabûm girêdayî compyuterê û xebera ku ji Amnesty were. Lê tu dizanî xeberên nexweþ zû tên. Vê êvarê dema ku min maila xwe vekir û min dît ku maileke nû ji Amnesty hatiye ez kêfxweþ bûm, min ew bi lez vekir, lê xwezî min venekira û ew xebera reþ nexwenda. Belê, rêkxistina efuwê ya navnetewî nivîsandibûn ku wan bi xemgînî nûçeya di derbarê kuþtina te de bihîstine û di hewldanên xwe de dereng mane lê belê ewê ji niha û pê ve di derbarê van bûyeran de hiþyar bin û hertiþtê ji dest wan were wê bikin. Wan lêborîna xwe ji min xwestibûn, ez jî ji te dixwazim. Li min/me bibore hevalo. Heyf û mixabin e ku hewldanên me encam nedan û me nikarîbû te ji nava lepên wan birakujan xelas kin. Lê ewê li hemberî dîrokê û mirovahiyê rûreþ bin û ewê êdî armanca kîn û nefr! eta me bin. Ew niha ketine nava hewldana xwe paqijkirinê, lê e! w bi ava zemzemê jî paqij nabin. Ez bejna xwe bi rêz li hemberî bîranîna te ditewînim û ji hezkiriyên te re sebr û aramê dixwazim. Ezê te her demê weke þehîdê parastina rûmeta kurdayetiyê bi bîr bînim û qet ji bîr nekim. 2004-10-07 http://www.welatparez.com Bu yazi hakkinda gorusunuzu belirtmek icin tiklayiniz Konuyu tartismak icin tiklayiniz |
"Bu millet (Turk) koyunun gen yapisina en yakin millet!"Yezdan HAT Dersén Kurdî 13Bu dersimiz de Isaret zamirlerini anlatacagiz.Bir nesneyi yada kisiyi gösterirken yada ona isaret ederken,isaret edilen nesne veya sahsin yakinda mi,uzakta mi,disi mi yoksa eril mi oldugunu bize ima eden sözcüklere ihtiyac duyulur her dilde.Tabi ismin yerine de kullanildigi için yine bunlara (Cînav) deriz ama görevleri itibariyle isaret zamiri deniliyor. International News2008-11-13
2008-11-11
2008-11-10
2008-11-09
2008-11-08
2008-11-07
2008-11-06
2008-11-05 Fatal error: Call to undefined function: tableheader() in /home/w/welatpar/www/articles/includes/page_bottom.php on line 32 |