Welatparez.com 

 
Ji raya giþtî re

Ji mêj ve ye, dixwazim ji bo raya giþtî çend gotinan binivîsim. Lê ji ber ku qada siyasetê bi mij û dûman e û hesasiyet vê demê di asteke bilind de ne, destê min lê negeriya. Ji ber hinek sedemên lezgîn ku ez dê li jêr dabaþa wan bikim, min xwest çend tiþtan hema niha bêjim.

Demeke dirêj li tirkî di saziyên çandî de xebitîm. Li Înstîtuya kurdî ya Stenbolê û Navenda Çanda Mezopotamyayê, nêzîkî deh salan weke birêveber û serok xebitîm. Di nav van salan de, min xemgînî, keyf û þahî digel hezaran kes, parve kir. Ew kesên ku me digel hev kar kir, ji zarokên ku di koma koroyê de bûn heta bi kalemêrên heftê salî yên ku beþdarî dersa zimanê kurdî dibûn, bûn. Ez tu caran nikarim vê þad û bextewariya xwe, bi gotinan eþkere bikim.

Me xebateke sivîl, humanîst, demokratîk, bi hest û pîvanên welatparêziyê kir. Ji bo ! gelê xwe, me xebata dîplomasiyê, xebata pêþvebirin, berhevkirin û arþîvkirina çanda kurdî kir. Dersên zimanê kurdî dan, da ku ziman û çanda kurdî di qada navneteweyî û li nav welat meþrû bibe û were nasîn em tevgerîn.

Ez bi rehetî dikarim bibêjim: Ewqasî bi nirx, çand û gelê xwe re em bûne yekbeden, êdî têgihên polîtîk û îdeolojîk , ji bo me di radeya gelek jêrîn de man.

Ango þert û mercan nasname û kesatiya min û hevalên ku em pêk ve dixebitîn ber bi demokratîkbûn, neteweyîbûn, înternatîonalîbûn, zanistîbûn û humanîstîbûnê ve bir. Ev tiþtekî siruþtî bû.

Me bi salan, Înstîtuya kurdî ya Stenbolê li gorî van bîr û baweriyan bi rê ve bir. Hîç tu deman me cûdahiyên îdeolojîk û polîtîk li înstîtuya xwe, weke pîvan bi kar neanîn. Lê helbet me rêz ji hesasiyetên gelê xwe re girt.

Vê gavê jî min rêz bi wan bîr û baweriyan heye. Ango xwedîbûna nasnemeyeke demokratî, neteweyî, gerdûnî, humanîst û zanistî ji bo min armanceke sereke ye. Bi vê zanînê! dixwazim bûyeran binirxînim.

Tevgerên kurd ên siyasî! li gorî vê feraseta xwe dinirxînim û diþopînim. Di warê weþangeriya înternetê de, pêþveçûnên kurdan ên siyasî þirove dikim.

Sedema vê daxuyaniyê, ne ew e ku serdemê binirxînim an bidahurînim an jî taktîk û stratejiyan rave bikim. Armanc wazifeyeke sincî, etîkî, wijdanî û humanîstî ye li hemberî pêjna xeterekê ango talokeyekê ye. Ev xetere, peydabûna bikaranîna þîdeta li hemberîhev a li ba tevgerên siyasî ên kurdan e. Wisa dixuye ku hêza vê þîdetê dê zêde bibe.

Li gorî ku em ji çapemeniyê dibihîzin, çend sûîkast li hemberî kesên ku ji Kongra-Gel vediqetin pêk hatine. Herî dawî tê gotin ku rewþenbîrekî kurd ê Îranî bi navê Sipan Badoþýva, hatiye desteserkirin.

Gelek bûyerên wekî vê, di çapemeniyê de cih digrin. Weke mînak, çend roj berê jî me bi xemgînî bihîst ku li avahiya Dehapa Rihayê jî qewmîneke neçê pêk hat.

Bi salan, li tirkî em pêk ve li hemberî binpêkirina mafê mirovan, îþkence, kuþtinên kiryar nediyar û sûcê ramanê derketin. Me ev ! kirinên hovane þermezar kirin, rexne kirin. Em meþiyan, me çalakiyên protestoyê li dar xistin.

Lê îro, em dibînin ku xwiþk û birayên me, van kirinên xerab li dijî hev bi kar tînin. Em dibine þahidên tiþtên ne xweþ.

Ez þerm dikim ji ber van tiþtan. Xemgîn û bedbîn dibim. Xerabiyeke ji vê mezintir tune ye.

Sedem çi dibe bila bibe, ev kirinên wiha nayên pejirandin.

Tika ye, ji kerema xwe bila xwiþk û birayên me, dest dirêjî hev û din nekin… Ger arîþe hebin, bil ali gorî rêzikên edalet û demokrasiya gerdûnî bêne çareserkirin.

Bi slavên birayetiyê…

Hasan Kaya

Serokê berê yê Înstîtuya kurdî ya Stenbolê

06.10.2004- ÝSTANBUL

2004-10-07

http://www.welatparez.com


Bu yazi hakkinda gorusunuzu belirtmek icin tiklayiniz
Konuyu tartismak icin tiklayiniz

"Bu millet (Turk) koyunun gen yapisina en yakin millet!"


Yezdan HAT

Dersén Kurdî 13

Bu dersimiz de Isaret zamirlerini anlatacagiz.Bir nesneyi yada kisiyi gösterirken yada ona isaret ederken,isaret edilen nesne veya sahsin yakinda mi,uzakta mi,disi mi yoksa eril mi oldugunu bize ima eden sözcüklere ihtiyac duyulur her dilde.Tabi ismin yerine de kullanildigi için yine bunlara (Cînav) deriz ama görevleri itibariyle isaret zamiri deniliyor.

Dersén Kurdî - hemu

International News

2008-11-13

2008-11-11

2008-11-10

2008-11-09

2008-11-08

2008-11-07

2008-11-06

2008-11-05

Valid XHTML 1.0 Strict


Fatal error: Call to undefined function: tableheader() in /home/w/welatpar/www/articles/includes/page_bottom.php on line 32